Sara Mohammad layîqê bûrseke ji bo xebata pêşengiyê hat dîtin. Wêne: Fredrik Persson/Scanpix.

Bûrsa şerefê ji bo Sara Mohammad

Bûrsa şerefê ya Weqfa Bångstiftelsen ya îsalîn çû ji çalakvana kurd Sara Mohammad re, ku damezrênera Komeleya Pela û Fadime tu car jibîr nekin e. Mebesta xelatdaran ev e: ”Sara Mohamed ji ber xebata xwe ya girîng û xuyakar ya pêşengî balê kişandiye ser rewşa jin û keçên biyanî yên li Swêdê û alîkarî daye wan”, radighîne Lena Manstone li sekreterya weqfa Bångs.

Weqfa Bångs di sala 1927’an de hat damezirandin û her sal navbera 4-6 milyon kron alîkariya aborî dide xebatên ji bo başkirina rewşa zarok û ciwanan li civakê.

Xelata Sara Mohammad ji bûrseke seferkirinê pêk tê. Bûrs, êvara pêncşemê 29 mijdarê li Stockholm tê belavkirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".