Berf û bahoz di rê de ye - ev car zivistan tê û nazivire. Wêne: Scanpix.
SMHI: Hişyariya dereca-1

Berf, baran, bahoz û kaos...

Zivistan êdî bi lez seranserê welêt digre. Saziya dewletî ya metrolojiyê, SMHI, ji ber barana zêde ya şeva sêşemê û berfa ku dê roja çerşemê bibare hişyariya dereca-1 da. Ji bakûr ta jêra welêt ya hetanî parêzgeha Götalandê dê germahiya hewayê dakeve bin sifirê.

Û dereceyên bin sifirê dê hetanî hefteya pêş me her berdewam bin.

Hişyarya dereca-1î ji bo herêmên Uppland û Roslagen û wekî din hat ragihandin ku çav li rê ye li parêzgehên Gävleborg, Värmland, Västmanland, Dalarna û Närke navbera 10-15 santîm berf bibare. Ev dikare di rêyan de tevlîhevî û kaosek peyda bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".