Wêne: Louisa Gouliamaki/Scanpix.

Bîyanî di çapemenîya de jî tên dîskrîmîne kirin

Çapemenî bîyanîyan cuda dike
5:45 min

Lêkolînvan pêş bal dikişinin ser raporkirina çapemenîyê di derbarê biyanîyan de. Ew dibêjin bi rîya hinek gotinê sterîotîp bîyanî di çapemenîyê de tên bi gîstîkirin. Arash Mokhtarî di çaspemenîya Quick respons de wek lêkolînvan û rojnemavan kar dike û di derbarê raporkirina bîyanîyan de ew lêkolîn dike ka bîyanî di çapemenîya Swêd de bi çi rengî tên raporkirin.

– Ez di Quick respons de kar dikim û karê me ; li ser çapemenîyê hurlênêrîn e. Em dimeyzînin ka çima hinek babet bi awayekî tên nvîsandin yan jî di televîzyon û radîyoyê de tên nîşandan. Bî wî awayî em hinek şaşitîya derdixin holê û li alîkarîya baştirbuna rojnemevanan û çapemenîyê dikin. Ji ber ku em jî rojnemevanin, bawerkirina kesê di çapemenîyê de bêtir bi me tê û me guhdar dikin.

Quick respons li gor xastina partîya social demokratan sala 1998 de hat damezirandin ji bo ku lêhurnêrînê li ser çapemenîya Swêd, di derbarê bîyanîyan de bike. Ew sal sala li Evrupayê li hemberbuna nijadperestbûnê  bû. Ji ber wî jî ew sal komîsyonek hatibû damezirandin û komîsyon di lêkolînê xwe de hatibû wê ramanê ku di çapemenîya Swêd de bi taybetî jî di derbarê bîyanîayan de gelek şaşitî tên ziman û gere rêxistineke serbixwe hebe û di derbarê van şaşitîyan de lêkolîn bike û sedemên wan derxe holê.

Quick respons di demeke nêzîk de ji alîyê rojnama UNT- Uppsala Nya Tidning ve jî hat dewetkirin, ji bo ku li ser çend hev nivîsarê wan lêkolînê bikin û binihêrin ka ew di derbarê bîyanîyan de çi şaşitîya dikin.

– Me li çend nivîsarê wan nihêrî û min got meriv nikare bi çend nivîsaren ve qenaeteke bi giştî derxe holê. Lê meriv dikare bi tevî ew tîştên din ku meriv ji çapemenîyê hîn buye ve fikrekê giştî bibêje. Bi rastî di van nivîsaran de problemên mezin nebûn, lê belê meriv dîsa didît ku hinek şaşitî hene. Wek nimûne: dema ku behsa jinekî derbas dibe, ew wek ji nek ji hemû jinan na lê wek ”jina bîyanî” tê behs kirin, heger çiqas eva ne pêwîst be jî. Heger çiqas jinek yan jî mêrek li welatekî din hatibe dinyayê jî,  berê her tiştî ew jinek û mêrek e, ne bîyanî ye. Ez fêm dikim ku gere hinnek caran bi babetê re girêdayî bîyanîbun jî were ziman, lê mixabin gelek caran ev qet ne pêwîst be jî îllahî bîyanîbun pê ve tê girêdan, dibêje Arash Mokhtari

Eynî şasîtî di derbarê dîn û mislimanan de jî tê kirin li gor Mokhtarî.

– Dema ku di derbarê îslamê de wê were behs kirin, di vir de jî gelek şasitî hene. Gelek caran yên misliman wek yê xerib tê ziman, eva jî ne rast e. Hinek kes hene ku porê wan zer e û çavê wan jî hêşîn e û bune misliman. Gere rojnemevan van faktoran jî bînin ber çav û nekevin defikên stereotîp. Gere ew nîşan bidin ku rastî firehtir e û dewlemendtir e, dibêje Mokhtari.

Îja gelo sedemên van şaşitîya çi ne? Gelo çima çapemenîya Swêd ku li gor gelek çapemenîyê din di diyayê de pêştaketî ye û îmkana wan ya bi serxwebunê jî heye, van şaşitîya dike? Arash Mokhtari awha berdewam dike.

– Ez bawer dikim ji ber ku pêwendîyê rojnamevanê Swêd bi gelek însanê Swêd re nîne. Ew belkî xwe nîzîkê însanê hinek bajaran dibînin, jan jî bi însanê bi perwerda bilin re, yan jî bi mêran re û ne bi jinan re. Hemû evan faktorana roleke girîng di tewsîrkirina rojnamevanekî, ya dinyayê de dilêyîze. Yanê ew têkilîye xwe bi her qatê civatê re danaynin û wana nas nakin. Heger ku tu xwe nîzîkî mêran bibînî, tu nikarî pirsgirekê jinan fêm bikî. Yan jî heger ku tu xwe nîkî bîyanîyan nebînî, ew dem tu nikarî xwe têkî dewsa wan û wezîyeta wan jî fêm bikî. Yanê bi kurtasî zêdayîyê şaşitîyê ji ne naskirina grupên din dertê holê, dibêje Arash Mokhtari.

Heger çiqas Arash rojnamevana rexne bike jî ew ne di wê fikrê de ye kur rojnamevan şaşitîya bi zanebun dikin. Rojnamevanê bi nîyeta ne baş hene û bi zanebûn bîyanîyan dixin nava qaliban, lê belê yên wusa hidikin, dibêje Arash Mokhtarî.

– Zefî rojnamevanan dixazin ku civat pêşda bikeve, pirsgirekê di civatê de derkevin holê, cuda grup di çapemenîyê de were nîşandan, yanê ew başîya civatê dixazin. Lê belê dîsa jî şaşitî çe dibin û gelek rojnevan bi nezanî nafikirin ku ew dikekvin defikê dema ku ew pirsê steriotip tinin ziman û bi wî awayî, ew jî hinek caran wek nijadperestan bîyanîyan tînin ziman.

Ercan Aras

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".