Di nava çar rojan de 13 fîlmên kurdî tên nîşandan.

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

Sibê 21ê sibatê yekem Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stockholmê bi fîlmê Kulîlkên Kerkûkê (Flowers of Kirkuk) dest pê dike.

Festîval li sînemaya Bio Rio tê li dar xistin û bi giştî 13 fîlm tên nîşandan.

Festîvala fîlman çar rojan berdewam e, ango heta 24ê sibatê ye.

Di weşana Zayele ya sibê de raporeke berfireh li ser festîvalê em diweşînin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".