Serokê Sosyaldemokratan Stefan Löfven dixwaze berpirsiyarî tebayî be. Foto: Scanpix.
Stefan Löfven:

”Beledî bila qet nebe dilsoziyê nîşan bidin”.

Beldiyên ku penaberên nû nahewînin bila alîkariya dilsoziyê bidine belediyên ku pir penabaz xwe li wan digirin. Ev yek ji pêşniyazên Sosyaldemokratan e ku di kongra partiyê ya nîsanê de wê bê giftûgokirin.

Serokê Sosyaldemokratan Stefan Löfven dibêje:

-         Halê hazir hejmara belediyên ku di sîyaseta penaberiyê de berpirsiyarî digrin ser xwe  kêm e û ev ne sîyaseteke maqûl e. Yê ku penaberan dihewîne dewleta Swêdê ye, lewra divê hemû beledî tevî biibn û berpirsiyariyê bigrin ser xwe. Û eger mirov di tevlîkirina hemû belediyan de bi ser nekeve, ango ku hin beledî penaberan nehewînin dibêje Löfven, hingî bila ew bi pereyên xwe beşdar bibin.

Ev demeke dirêje ku Sosyaldemokrat di nava xwe de pirsa hewandina penaberan giftûgo dikin. Beledîyên mezin yên di destê Sosyaldemokratan de wek Malmö, Göteborg û Södertälje hejmarek bilind penaber bicihûmal kirine û îdia dikin ku gelek mesrefa wan bûye.

Halê hazir penaber bixwazibin herin kîjan belediyê dikarin li wir bi cî bibin. Ev demeke beşek ji belediyên Sosyaldemokratan dixwazin ev îmkan ji holê bê rakirin û beledî jî bikaribin bêne mecbûrkirin ku penaberan pêşwazî bikin. Partiyê bi xwe jî guh daye van belediyên xwe û dibêjê, rast e sîstema heyî, ku mirov li kû xanî bibîne biçiyê nemantiqî ye. Li gor partiyê divê çarçoveya guhertinên bên kirin tevahiya sîyaseta penaberiyê be. Stefan Löfven dibêje berya her tiştî ew ê reforma hikûmetê ya bingehdanînê, ku jê re dibêjin ”etableringsreform” binirxînin.

Loma niha Sosyaldemokrat behsa pêşniyazeke bi navê ”solidartitetsbonus” ango alîkariya dilsoziyê dikin. Mebest bi vê pêşniyazê ew e ku zerara belediyên ku di van salên dawî de gelek penaber hewandine bê telafîkirin.

Lê ev pêşniyaz wê ne biryareke dewamî be. Na, ev wê bikeve dewrê heta ku dewlet sîstemeke nû ya seranserî ji bo bicîkirina penaberan deyne.

Îcar pêşniyaza Sosyaldemokratan ya alîkariya dilsoziyê piştî mehekê pêşkêşî kongra partiyê tê kirin. Pêşniyaza partiyê weke çareseriyeke demkî ew e ku belediyên ku penaberan bicî nakin û nahewînin bêne mecbûrkirin da alîkariya pereyan bidine belediyên ku penaber diçinê. Stefan Löfven:

-         Belê, ez carek din dibêjim. Ev pirs dewleta Swêdê elaqedar dike. Sîyaseta me ya penaberan însanî ye û ew ê însanî be. Gava mirov di televîzyonan de bûyerên li Sûrî dibîne, mirov nikare deriyê xwe li ber wan kesên ku ji şerê wira direvin bigre. Sîyaseta me ya di vî warî de divê zelal û ronak be. Lê [ill] yê ku penaberan dihewîne dewleta Swêdê ye, ne beledî ne. Lewre, dibêje serokê Sosyaldemokratan Stefan Löfven, berpirsiyariya me hevbeş e. Yanî ez dibêjim, ew beledîyên ku îro berpirsiyariyê nagirin ser xwe û dilsoziyê nîşan nadin bila qet nebe dilsoziyê nîşan bidin. Ev jî bi rêya dana pereyan dikare bê kirin.


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".