Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

”Searching for Sugar Man” xelata Oscar wergirt

Hat weşandin måndag 25 februari 2013 kl 09.43
Berhemhêner Simon Chinn li gel filmçêkerê swêdî Malik Bendjelloul di galaya Oscar de. Wêne: John Shearer/Scanpix

Filmçêkerê swêdî, Malik Bendjelloul xelata Oscar bo filmê xwe yê belgeyî ”Searching for Sugar Man” di galaya xelata filman ya Oscar li Los Angeles wergirt. Ev xelata Oscar ya yekem e bo filmekî swêdî ji 1984 de di beşê filmên belgeyî de.

Filmê “Searching for Sugar Man”, derbarê çîroka ecêb ya hunermendê amerîkî  Sixto Rodriguez e, yê bêyî ku pê bizan e li başûrê Afrîqa yê hunermendekî mezinî binavûdeng bû.

Muzîka wî li wê derê xwedan hêjayîyeke mezin bû û ew hunermendekî hezkirî bû lê ji kes li ya balkêş ew e ku li başûrê Afrîka yê nizanîbûn ku ev hunermend, Sixto Rodriguez hîna sax e û jiyaneke aram û nenaskirî li Detroit dijî.

Filmçêker Malik Bendjelloul bi kêfxweşîyeke mezin xelata xwe ya hêja wergirt û di axaftina xwe de sipasîya akademîyê û hunermend Rodriguez kir. Herweha sipasîya telefizyona Swêdê, enstîtûya filmên swêdî û dost û malbata xew kir.

Di nav xelatan de, filmê ”Argo” xelata Oscarê bo baştirîn filmê sînemayî wergirt û derhêner Ang Lee xelata baştrîn derhêner bo filmê xwe ”çîroka derbarê Pi” wergirt.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".