Nêçîra penaberên bêkaxez

Penaberên hatin kontrolkirin xwedan destûr bûn

Karê polîsê Stockholmê bo kontrolkirina nasnameyan bi armanca peydakirina penaberên bêxaz, ango ew yên bê destûr li Swêdê dijîn bo dersînor kirina wan, diyar kir ku 9 ji 10 kesên hatin kontrolkirin xwedan destûr bûn.

Li gor rojnameya Metro, di meha yekê, januarî de 716 kontrolkirinên nasnameyan pêk hatin û di 670 rewşan de bi gûmanên şaş bûn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".