Wezïra yarmetîyê Gunilla Carlsson

Warê yarmetîya swêdî bi pêwîstîya guherînê ye

Wezîra yarmetîyê ji partîya moderatan, Gunilla Carlsson dibêje ku guherînên di warê yarmetîya swêdî de bi lez bi rêve naçin. Li gor rojnameya Dagens Nyheter, Carlsson berîya şeş salan daxwaz kir ku xebata rêxistina yarmetîya swêdî, Sida, bêhtir bi terkîz be û bo kêmtir welatan be, lê tu guherînên zêde di vî warî de nebûne.

Berîya şeş salan kar û xebata Sida di 41 welatî de hebû û îro hîna di 41 welatî maye. Bo ku guherîn bi lez li dar bikevin hikûmet grûpeke lêhûrnerînê ya pisporan saz kiriye bi birêveberîya Lars Heikensten, berpirsîyarê giştî yê weqfa Nobel û şefê berê yê bankeya navendî.

Yarmetîya swêdî bi dora 35 milyar kronî salane ye. Dora 20 milyon diçe ji Sida re û yê mayî bi rê ya wezareta karûbarê derve wekî nimûne diçe bo yekîtîya neteweyên yekgirtî û bankeya cîhanî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".