Erîtrîyên li Swêdê dijîn bacê didin Erîtrîyayê

Rexneyên nû hatine kirin hember ku erîtrîyên li Swêdê dijîn di dora 20 salan de mecbûrî dana bacê bo welatê xwe, Erîtrîyayê bûne. Herçend ku gilî li ba polîs hember vê yekê hatîye kirin jî û bi awayên cuda dext hatine danîn her dîsan jî ev astengî çareser nebûye.

Fredrik Malm, peyivdarê pirsên siyaseta derve ya partîya gel, yek ji endamên parlamana swêdî ye yê nuha bi hêz hember vê yekê radibe. Li gor wî ev kare wekî karê mafya ye:

-Eger grûpeke motorsîklêtan ya tawankar yan jî grûpeke mafya li derîyê te xîne û daxwaza %2 ji hatinîyên te bike û te û kesûkarên te tehdîd bike eger tu wan pereyan nedî, wê demê wekî text û tehdîdên neyasayî tên jimartin. Eger balyozxaneya Erîtrîyayê heman karî bike, tiştek nayên kirin.

Li gor gelek şahidan, rêcîma erîtrîyayê ji erîtrîyên li derveyê welat dijîn daxwaza %2 ji hatinîyên wan dike û navê baca erîtrî lê dike. Û eger nedin malbatên wan karin têkevin astengîyan de. Di halê hazir de lêkolîneke polîs derbarê vê meselê li dar e û newezîrê karûbarê derve yê Swêdê, Carl Bildt û ne jî wezîra darê Beatrice Ask dixwazin derbarê vê yekê biaxivin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".