Goştê hesp di kifteyên Ikea de peyda bû

Şirketa mobîlya ya swêdî, Ikea nuha firotina kifteyan, yê bi swêdî ji wan re dibêjin Köttbullar radiwestîne, ew jî piştî ku goştê hesp di beşek ji kifteyên wan li komara Çek hate peyda kirin. Bîroya nûçeyan ya çekî, CTV, Îro berîya nîvro ragihand ku çavdêrên çekî goştên hesp di kifteyên ku li Swêdê bo Ikea yê hatin çekirin peyda kirine.

Şirketa Dafgårds e ya di fabrîkaya xwe ya li derveyê Lidköping de, kifte ango köttbullar bo piranîya firoşgehên Ikea di Europayê de amade dike.

Karin Cerenuis, şefa yekîneyê di beşê çavdêrîkirinê li dezgeha tiştên xwarinê, dibêje ku Dafgård bi vê nûçeyê hatîye agahdarî kirin, ku dezgehên çekî sê testên goştî çêkirine û di yekê ji wan de goştê hesp peyda kirine.

Ev cara yekem e ku di behrhemên goştî yên li Swêdê amade bûne, bêyî ku li ser pakêtê hatibe nivîsandin, goştê hesp hatîye peyda kirin.

Li gor bîroya nûçeyan ya çekî, CTV, dezgehên çekî ev bûyer bo yekîtîya Ewrûpayê rapor kirne.

  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".