Hejmara pêketina bi baktêrya kujer zêde bûye

Hejmara enfeksyon û îltîhabên giran bi baktêrya kujer ya goştî dixwe, grûpa A-streptokockar, bi hêz zêde dibe. Li gor enstîtûya parastina vegirtinê, di 2012 de 57 kes di hindirê 7 rojan de ji ber vê pêketinê mirin û pirbûna van rewşan her berdewam e.

Di meha yekê, januarî ya vê salê de 96 rewşên pêketina giran hatin rapor kirin, ev hejmara herî bilind ji dema ku raporkirina vê pêketinê bû erk di 2004 de.

Anders Tegnell ji enstîtûya parastina vegirtinê ji bîroya nûçeyan ya rojnmaeyan, TT re dibêje ku hîna nizanin bê çima nuha ev vegirtina pir dibe lê li gor wî herdem ne bi vî awayî ye.

Nîşanên wê nezelalin, carna kare derbarê germahîyeke zêde û netendursitîyeke giştî be. Yên temen mezin bêhtir bi vê enfeksyonê dikevin. Diyare di dema dawîya nexweşîyê de yê nexweş bi jehrîbûna xwînê dikeve. Ev baktêrîya kare derbasî mûslkan bibe û tevnê wê bikuje û hêdî hêdî laş bixwe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".