Wezîrê derbajar û gundan Eskil Erlandsson. Wêne: Scanpix. Montage: Sveriges Radio.

Navendîkirina kontrolên goştî nayê qebûlkirin

Rêxistina seranserî bo xwedanên kar, SKL, pêşnîyaza wezîrê derbajar û gundan yê Swêdê, Eskil Erlandsson ya derbarê navendîkirina kontrolên berhemên goştî li Swêdê qebûl nake.

Piştî ku goştê hesp di kifteyên ku şirketa swêdî Dafgårds bo Ikea li komara Çek amde dike hate peyda kirin, wezîrê derbajar û gundan Eskil Erlandsson got ku ew dê li derfeta navendî kirina hemû kontrolkirinan binere.

Îro dezgeha tiştên xwarinê ya berpirsîyara hemû kontrolkirinên kargehên  berhemên goştî ye û şaredarîyên bo kargehên biçûk. Lê Ann-Sofie Eriksson ji SKL, dibêje ku karê îro tên bi rê ve birin baş e. Li gor nerîna wê şaredarî bêhtir nêzîkî hemwelatîyan e û kare kontrolkirinên acil bi leztir pêk tîne.

Û derbarê rawestandina fiortina kifteyên Ikea yê, nuha şirketa mobîlya ya swêdî Ikea radigihîne ku ew di 24 welatan de firotinê radiwestîne. Herweha testên ji hemû berhemên wan yên goştî şandine bo analîze kirinê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".