Çalakîyeke hevalbendîyê berîya hilbijartinan li dar dikeve

Nûçeyek ji civîna bi her çar serokên partîyên di hevalbendîyê de ya li gireva Maram di herêma smålandê de li dar e, ew e ku ew dê di meha şeşan 2014 de çalakeîyeke hevalbendîyê li dar bixin.

Wê ew her wekî berîya hilbijartinên berê jî kirine, grûpeke karî di pênc warên siyasî de saz bikin. Û karê grûpê dê bibe bingeh bo beyana hilbijartinê û çalakîya taybetî ya hevalbendîyê.

Serokwezîrê Fredrik Reinfeldt di hevpeyivîneke bi beşê nûçeyên radyoya Swêdê Ekot, re got ku her bêhtir em amade bin her baştir e:

-Reinfeldt dibêje, me nîşan daye ku em xwedan şiyana pêşkêşkirina biryaran e û me pênc grûpên karî hilbijartine yên dê li wan warên herî bêhtir bi bandora buceyê ne binerin û ji ber wê jî gelekî giring e ku baş bên amade kirin.