Wêne: Jessica Gow/Scanpix

20 000 sextekarîyên nasmeyan li Stockholmê bûn

Bêhtir ji nîvî hejmara sextekarîyên hatine gilî kirin di herêma Stockholmê de ango dora 20 000 gilînameyê di 2012,  bi dest danîna li ser nasnemaya kesekî yan jî bi dizîya nasnameyan ve girêdayî bûn.

Anders Olofsson, kordînatorê neteweyî li ba beşê sextekarîya ya polîsê Stockholmê bi vê nirxandinê rabûye.

Revandin yan jî dest danîna li ser nasnameya kesekî tê bi wateya ku nasname hatîye dizîn yan jî ku yê tawankar wekî nimûne derbasî sîstema qeydên şirketekê yan hotêlekê dibe ya tê de agahîyên kirîyarî parastî ne. Bi alîkarîya wan agahaîyan tişt karin bi perên zêde û bi navê kesekî din bên kirîn.

Nasnameya David Klaesson êvareke di meha duanzdan de li navenda bajarî wenda bû û ji wê demê de astengî ji wî re dest pê kirin:

-David Klaesson dibêje ku agahdîyên krêdîtan di postê ji min re hat, mehek piştî ku kirîn pêk hatibû. Wê demê ez pê hesîyam ku kesek bi navê min kirînên mezin pêk anîye, kirînên bi 17 370 kronî. Û piştî wê raporên din jî hatin ji dukan û firoşgehên din. Ez mecbûr bûm hemû rapora kom bikim û gilî ba polîsî bikim.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".