Wêne: Ola Torkelsson/SCANPIX

Lênerîn di derbarê olên cuda de parava mayî ye

Alîkarîya olî ji bo nexweşan
6:11 min

Heger çiqas gelên cur be cur tên Swêd û naha ji gelek kultiran och olan gel di Swêd de jîyana xwe berdewam bike jî, ev pêşketina xwe di warê  lênêrînê de nîşan nade. Sofi Bärnhelm ku di Transkulturel Centrum de wek doktorê sereke kar dike, dibê gere lênêrîn di derbarê kulturê cuda de xwe pêşde bixe.    

– Cara serî ku nexweşekî ji min re behsa cinan kir, min nizanibû ku eva fikrekî ku di îslamêde û di kuranê de ye. Eva ji min re gelekî xerîb bû. Ji min wetrê eva nexweşîyeke psîkoljîk û fikrê nexweş bûn. Lê belê di dawîyê de min fêm kir ku ev ne fikrê ji ber pesna ne lê fikrê dînî û kulturî ne. U eva fikranan li cem gelek kesan hene, dibêje Sofia Bernhelm.   

Kilîseya swêd roja çarşemê forumeke axaftinê çê kir ji bo ku fikrên ji deverên cuda wek ji alîyê lênêrînê û ji alîyê bawerîyê dînî werin cem hev û xwe di derbarê xebatên lênêrîna curbecur çawa de bînin ziman. Ka cî kêmasî hene û ka evan kêmasîyana wê çawa werin çareserkirin. Li gor Sofie Bärnhielm kêmasîk ewe ku kesên di lênêrînê de kar dikin di derbarê bawerî û olê din de ne xwedanê perwerdê ne û ji ber wî jî dema kû pêwîst bû nizanin wê çawa bikin.

Mustafa Setkîç di cimeta mislimanê bosnayê ya li Stockholmê mele ye dibêje; raste ku lênêrîn wek civata mayîn di pêşveçuyînê de ne serkeftîye. Li gor wî gere xebatkar werin perwerde kirin ji bo k ew bikaribin nexweşan agahdar bikin, dema ku buyereke xemgînî qewimî. 

– Bêtirîn kesên ku îro di lênêrînê de kar dikin ji vir 20-30 sal berê hatine perwerde kirin. Di wê demê de Swêd bi awayekî din bû, iro bi awayekî din e. Perwerdeya dema naha jî gere were kamil kirin. Di eynî demê de ji bo ku lênêrîna herî baş were kirin gere personalê kewn jî di derbarê van pirsgirekan de were perwerde kirin.

Hikûmatê sala par yarmetîya ji bo lênêrîna ruhanî bi sê mîlyon kironî zêde kirr. Iro meriv dikare bi rîya kîlîseya nexweşxanê alîkarîya lênêrîna ruhî bigre, heger ku meriv di wezîyeta mirinê de be, nexweşiyeke giran ketibe yan jî ku meriv bixaze di derbarê meselyên hebûnê de bi yekî re bipeyîve. Musliman, budîst, yan jî yên bê bawerîya dîn jî dikarin ji vî heqî feyde bigrin lê belê derameta wan pir kêmtir e. Di dewsa personalê nexweşxanê, kesên bi dil xaz, bi rîya kilîsa nexweşxanê ve alîjkarîya nexweşan dikin.

Li gor wezîrê sîvîlan û xanîyan Steffan Attefall gere ji bo bawerîyen piçuk jî sîstemeke baştir were li darxistin    

– Me naha yarmetî bi sedî 50 zêde kirîye, lê belê eva perekî ne geleke. Ya grîng ew e ku eva ji wan cimetê nu re bibe alîkarîkî. Di nav van de meriv dikare kilîsa katolîkan, cimeta mislimanan, ya budîsta, yan jî yên din. Naha em kar dikin ku sîstemeke bingehî derbixin holê ji bo ku em bikaribin rehettir gazî yên dilxaz bikin û herwaha alîkarîya nexweşan jî baştir were kirin, dibêje Stefan Attefall.

Heger çiqas ev sîstema hin jî baş runeniştibe û rexne werin kirin jî, wusa xuyaye ku personelên ku di nexweşxanan de kar dikin hatine perwerde kirin û hayê wan ji vê meselê baş heye. Li gor hemşîre Atîye Battê ku li ser lînya telefonê ji bo şîreta kar dike, di warê alîkarîya ruhanî de iro roj jî sîstem baş kar dike.

– Nah heqê her kesî, yane wek yê xiristîyana yê mislimana, yê yahudîya, yan jî yê budîsta jî heye, ku dema ew bixazin gere mella yan jî papaz ji wan re peyda kirin. Di vî warî de astengî nîne, dibêje Atîye Battê.

Atîye dibê wek karên din di vir dejî rola karkeran grînge. Heger ku karker karê xwe baş bike, gere problem di vî warî de derneyê.

– Rutîn heye û gere hemû personalê di lenêrînê de ji vî hayedar bin. Lê bele wek hun jî dizanin her karî de hinek kes karê xwe baş dikin û hinek jî nakin. Yane pirsgirek di alîyê sexsan de derê jî sîstem bi xwe baş kar dike, dibêje Atîye Battê.   

Heger çiqas naha bêtir li ser lênêrîna ruhanî were kar kirin jî, li gor wezîrê sivîlan û xanîyan Steffan Attefall gere daire û rêxistinê din jî di vî warî de alîkar bibin.      

– Gere encumena lênêrînê landstinget di vî warî de baştir bibe. Xanîyên ji bo kilîsa nexweşxanê di destê wan de ye, u herwaha ew mesulê lênêrînê bi giştî ne, lê belê li gor min çi ji destê wan tê nakin. Hinek encumen baştir in, lê gere yên din jî grîngîya vî karî fêm bikin.

Ercan Aras

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".