Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Hunermend Lars Vilks. Wêne: Radyoya Swêdê

Lars Vilks diçe seredana camîya Malmö

Hunermendê swêdî Lars Vilks vexwandina bo seredana camîya li Malmöyê qebûl kirîye. Ew ji alîyê birêvebirê giştî yê Islamic center, Bejzat Becirov ve bi rêya bernmaeya nûçeyên kanala 4 li Malmö hate vexwandin.

Ev vexwandin bi taybetî bo wê ye ku derfet bo Vilks hebe ya xwe bi zelalî bêje. Becirov dibêje ne dereng e bo poşmanbûnê. Di bloga xwe de Vilks dibêje ku ew ne bi nêta daxwaza lêborînê ye lê ji ber vexwandinê kêfxweş e.

Vexwandina Becirov di heman dema lidarxistina civîna taybetî bo encûmena nakokîyên taybetî hat, ya tê de hejmareke mezin ji nûnerên hindavên olî yên cuda li Malmöyê amade bûn bo şîrovekirina pêşangeha Vilks ya plankirî di havînê de li galerîyake bajarê Malmö.

Çendîn ji tabloyên wî yên dê di vê pêşangehê de bên nîşandan dubare çapkirina resmê orgînal yên pêxember Mohamed wekî kûçikê govekê ne. Li gor Vilks, armanc bi vê pêşangehê hêwaş kirin û kêmkirina dramtaîzeya rexneyên hember islamê ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".