Wêne: Scanpix

Dopîng di nav palewanên skîbazîyê de berfireh bû

Dopîng di nav skîbazên xîjkirina bi darxilîskên dirêj di salên 1990 de berfirehtir bû ji ya ku berîya nuha hatîye eşkere kirin. Li gor lêkolîneran her testên xwînê yên skîbazên swêdî û norwêcî ku hatine pîvankirin diyar kirine ku ew eger dermanê dopîng bikar neanîbana testên wan pîvanên madeya rengê xwînê, hemoglobin, ya bilind nîşan nedidan.  

Ev agahdarî di bernameya telefizyona Swêdê, Uppdrag Granskning de hate belavkirin ya lîsteyeke bi navê skîbazên wan salan bi dest ketîye.Lêkolîner, Bengt Saltin ji universîteya Köpenhamnê ji bernameya Uppdrag Granskning re dibêje ev derbarê dermanên nedestûrdayî ne:

-Bêgûman e ku ev awayekî fêlbazî û pêlîstina xwînê ye. Lê ez nikarim bi duristî bêjim kîjan tîpên derman bikaranîne. Tenê ku dermanên nedestûr dayî ne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".