Hejmara karmendan di bankeyan de kêm bû

Bankeyên swêdî yên mezin qezencên mezin di 2012 de pêkanîn û di heman demê de hejmara karmendên xwe bi hêz kêm kirin. Bi tevahî dora 3 500 wezîfe ji bankeya SEB, Nordea, Swedbank û Handelsbanken di sala par de rabûn, ev li gor hejmarên ku rojnameya Svenska Dagbladet lê nerîye.

Herî bêhtir ji bankeya Nordea wezîfe rabûn, hejmara karmendên wan bi 1 600 kesî kêmtir bû. Ji alîyê kêmbûna herî mezin ya yekîneyên ji sedî ve, Swedbank ya herî bêhtir bû, wan %11 ji temamê hêza karmendên xwe kêm kir.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".