Wêne: Adam Ihse/Scanpix.

Goştê hesp di testên Dafgårds de peyda bûye

Dezgeha tiştên xwarinê ya giştî radigihîne ku goştê hesp di testên kargeha goşt û tiştên xwarinê, Dafgårdsê bi xwe de peyda bûye. Dezgehên komara Çek roja duşemê ragihandin ku wan şopên goştê hespî di testên kifteyên şirketa Ikea yê de peyda kirinê, kifte ango köttbullar yên li Swêdê û di şirketa Dafgårds de amade dibin.

Dafgårds doh agahdarî da ku encamên testên wan nêgatîfin ango ku goştê hesp di wan de peyda nebûye, lê îro encamên testên nû hatin yên diyar kirin ku beşê goştê hesp di navbera %1 ta %10 di berhemên wan de heye.

Bêhtir ji %1 tê bi wateya ku goştê hesp tevlî goştê din bûye û ne tenê ku gemarbûye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".