100 zarokên ji dayikên surrogat hatine Swêdê

Bi kêmanî 100 zarok bi rêya dayikiya surrogatê ji 2007 de hatine Swêdê, ev di pirsnameyeke ku dezgeha giştî ya pirsên civakî ji şaredarîyan re rê kirîye eşkere dike.

Surrogat tê wateya ku jinek di şûna yeka din de ducanî dibe û dema zarok ji dayik dibe digihêja jina din, ev dayika surrogat dibe dayika biolojîk ya zarokê lê ne ya jenetîk.

Ne yek ji her 29 şaredarîyan bersiva pirsnameyê dan ku erê rewşeke bi vî awayî berîya 2007 de bûye. Yasa di vî warî de nezelal e. Li Swêdê bikaranîna dayikiya surrogat ne yasayî ye û di heman demê de jî eger li welatekî din bên bikaranîn yasayî dibe.

Pirsa dayikiya Surrogat dê bên lêkolîn kirin, lê ev demeke dirêj wergirtîye û hikûmet hêvîdar e ku dîrektîfën derbarê wê ta havînê amade bin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".