Parêzerê giştî yê dadgeha yekîtîya Ewrûpayê

Zarokên penaber divê netevlî peymana Dublinê bin

Li gor ragihandinên beşê nûçeyên radyoya Swêdê, Ekot, ew zarokên penaber yên bi serê xwe tên bo Swêdê û yên dikevin metirsîya ku li welatên bi rewş û mercên xirab bên vegerandin, wekî nimûne îtalîya, karin di şûnê de pisa xwe careke di welatê tê de daxwaza mafê rûniştinê kirine biceribînin.

Parêzerê giştî yê dadgeha yekîtîya Ewrûpayê pêşnîyaz dike ku zarok divê ne tevlî peymana Dublinê bin, ya li gor wê pirsa kesê penaxwaz divê di welatê yekem di yekîtîyê de ku digihêjinê bên lênerîn.

Doza di dadgeha yekîtîyê de derbarê sê ciwanên penaxwaz e li Brîtanîyayê, yên li gor peymana Dublinê divabûn bo îtalîya û Holandayê bên şandin, welatê ku pêşî giheştibûnê.

Nuha ma ye ku dadgeha yekîtîyê biryara xwe di buharê de bide eger dê li gor nerîn û xeta parêzerê giştî dê bike an na. Biryar di derbarê 3 000 rewşan de par hate wergirtin, rewşên girêdayî bi zarokên penaber yên bi serê xwe koçberî Swêdê bûne. Ji wan 328 rewşên girêdayï peymana Dublinê bûn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".