Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Detta är sändningsledningen vid Sveriges Radio med ett viktigt meddelande till allmänheten i Sundsvalls kommun, Västernorrlands län. Det brinner i ett ställverk utanför Stockvik med kraftig rökutveckling. Räddningsledaren uppmanar alla som befinner sig i området att gå inomhus och stänga dörrar, fönster och ventilation. För mer information lyssna på Sveriges Radio P4 Västernorrland.
(Publicerat igår kl 23.44)
Wêne: Pontus Lundahl/Scanpix

Rexneyên tund hember destnîşankirina skîbazan

Rexneyên tund li bernameya telefizyona Swêdê, Uppdrag granskning ya ku doh êvare hate weşandin, dibe. Di bernameyê de çend skîbazên bi navûdeng, di nav wan de navên norwêcî û swêdî jî hebûn, bi bikaranîna dermanên xurtkirinê, ango dopîng di salên 90 de hatin dest nîşan kirin.

Çendîn pispor û yekîtîyên skîyê hem li Norwêc û li Swêdê jî rexnedarên destnîşankirina werzişvanan e yên li ser bingehê testên ku telefizyona Swêdê, SVT û bernameya Uppdrag Granskning pêk anîne hatîye avakirin.

Svt encamên testên di kûpaya cîhanî ya di 1997 de li Fînlandayê li dar ket bikar anîye û serencam ew bû ku pîvanên testestên xwînê diyar kirine ku ew eger dermanê dopîng bikar neanîbana testên wan pîvanên madeya rengê xwînê, hemoglobin, ya bilind nîşan nedidan.

Lê li gor Bo Berglund, endamê bîroya navneteweyî ya dijdopîngê, Wada, mirov nikare bigihêje wan serencaman bo take skîbazî:

-Li gor nerîna min, Berglund dibêje mirov nikare bi vî awayî bike. Lê ya balkêş ew e ku encamên pïvanên testên xwînê wisa bilind bûn di wan salan de û ya her bi salan re bilindtir dibû û bû sedema sazkirina bernameyên cuda bo pîvankirna û lênerîna xwînê.

Li gor Berglund gelek faktorên din jî karin li ser xwînê bibandor bin, wekî nimûne bê yën skîbaz çend av û şile vexwaribûn û çend temrîn kiribûn. Lê li gor bernameya Uppdrag Granskning her sedemên bi hêz hebûn bo jêpirsîna werzişvanan derbarê encamën testên xwîna wan.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".