Wezîrê aborîyë Anders Borg.
Encamên hilbijartinên Italîyayê

"Metirsîyeke li ser aborîya Ewrûpayê"

Encamên nezelal yên hilbijartinên îtalîyayê kare bibe metirsîyek li ser başbûna aborîyê di Ewrûpayê de, wezîrê aborîyê yê Swêdê, Anders Borg vê hişîyarîyê dide. Li gor Borg bazar bi hêjayîyeke mezin li encama hilbijartinê nenerîye, berîya hertiştî pêşketinên siyasetmedarên populîstî nearamîyê li dar dixin.

-Borg dibêje me Berlusconi li meydana siyasî vegerandîye yê piştgîrîyeke baş bo bernameyeke siyasî ya li ser bingehê kêmkirina bacî ava bûye wergirtîye. Sistemek ku îro ji dest îtalîyayê dernakeve. Û me Berlusconi li gel Barsani heye, û her du jî behsa vekişîna ji reformên struklturan dikin yên ta nuha pêkhatine.

Ev dibe di rewşeke ku em tê de bêhtir bi pêwîstîya reforman e. û li hëla din partîya populîstî heye ya mercên siyasî yên nerastîbîn dixwaze. Ji ber vê yekê me îro rewşeke siyasî ya dijwar heye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".