Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Foto: Björn Larsson Rosvall/Scanpix

Encama projeya Swêd – welatê xwarinê çî ye?

Swêd - welatê xwarinê
4:41 min

Berya çar salan wezareta gund û derbajaran dest bi projeyeke nû kir û navê wê danîn ”Matlandet Sverige”, ango Swêd – welatê xwarinê. Heta niha zêdetir ji mîlyarek kron li vê projeyê hatiye xerckirin, lê dîsa jî encameke berbiçav mirov nikare jê derxe.

Ev îdiaya şirîk û yek ji birêvebirên şîrketa analîzan ya bi navê Kontigo Göran Hallin e:

-         Tişta li vir hatiye kirin ev e. Pêlikin ji armancê vîzyoner û gelekî berfireh in. Wek nimûne eva geşekirina gund û derbajaran, 20 000 karên nû û hwd. Ev armancên vîzyonî ne. Tesîra sîyasetê zûbizû li wan nabe.

Projeya ”Swêd – welatê xwarinê” heta 2020ê berdewam e. Mebest bi projeyê ew bû ku di qada navnetewî de Swêd mîna welatê xwarinê bide nasandin. Mebestek din jî ew bû ku branşa xwarinê li hundirê Swêd baştir bike.

Vê hefteyê derheqê vê projeya mîlyarî de raporeke 160 rûpel dirêj hate belavkirin. Rapor hin encamên baş destnîşan dike, lê nayê zanîn bê ev encam bi saya projeyê bûne yan na. Wek nimûne li derbajaran hejmara qesabxaneyên biçûk zêde bûye. Lê nayê zanîn bê gelo ev bi xêra projeya ”Welatê Xwarinê” ya yan hewldanên hin dezgehên din wekî Daîreya tiştên xwarinê ya giştî bûye. Sedema vê xumamiyê li gor Göran Hallin ji şîrketa analîzan Kontigo ew e ku hîn di destpêkê de hedefên ku ji bo projeyê hatine danîn ne zelal bûn.

-         Gava mirov li gor armancên zelaltir kar dike rewşa mirov baştir dibe. Mirov ji xwe dipirse bê gelo hedefên yekser ku mirov bi van hewldanan dixwaze bigihêjê çi ne? Lê tişta ku îro hatiye kirin hedef û armancên giştîne.

Digel van rexneyên heyî jî bi raya Wezîrê Gund û Derbajaran Eskil Erlandsson proje serkeftî ye. Li gor gotina Erlandsson bi saya vê projeyê îro hejmara şîrketên di branşa xwarinê de ji %10 zêdetir bûye û xwarina swêdî li derwelatan bêhtir tê firotin. Bes rexneyên derbarê armancên xumamî de ew jî qebûl dike.

-         Eger me ew armanc îro nivîsandibaya me yê ew bi awayek din tarîf bikira. Nimûneyek ”Guide Michelin” e, ango awayê notdana restorantan . Paşê derkete holê ku ew welêt tev nahewîne nav xwe, tenê yên li bajarê mezin tê de hene. Lewre pîvana hedefê di van şertan de şaş dibe.

Eskil Erlandsson bi berdewamî dibêje:

-         Ji xwe ji ber vê sedemê ye ku me pêwistî bi vê lêkolîn û raporê dît. Da ku em binêrin bê em gihane çi qonaxê û ji bo paşerojeke baştir ciwateyan bijdînin.


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".