Wêne: Fredrik Sandberg/Scanpix

Polîs ji ber ewleyîya yasayî nearam e

Polîs hîs bi dextekê mezin dike piştî ku hikûmet merca dersînorkirina bêhtir kesên ku bê destûr li Swêdê dijîn li ser wan danîye. Ji ber vê yekê sendîkaya polîsan ji ber rewşa ewleyîya yasayî nearam e.

Kontrolkirinên nasnameyan ku polîs bê rabû bi hêz hate rexne kirin. Gelekan ev kontrolkirin bi karekî rasîstî û nijadperestî û herweha ku karekî rasistî yê li gor şikil û dirûvên mirovan bûn, ji ber agahdarî belav bûn ku polîs tenê li gor şikilê mirovan wan radiwestandin.

Di van rojên dawî de polîs bi xwe eşkere rexne li awa û metodên karî kirine, wan gotîye ku têgihiştin û tefsîra yasayên hene bi zehmet e û herweha formulekirin ango derbirînên ne zelal jî peyda dibin.

Lena Nitz, seroka sendîkaya polîsan dibêje ku haya wan ji vê dudilîya di nav polîsan de heye. Reaksyonên endamên wan ew e ku bi dexteke mezin ji hikûmetê hîs dikin. Dextek xwedan bandor li hilbijartina awayê karê wan.

Di meha yekê, januarîyê de 716 kontrolkirinên nasnameyan pêkhatin, nasnameyên kesên ku polîs jêbawer bûn ku kesin bêdestûr li Swêdê dijîn. Di 670 ji van rewşan de gûmanên polîs şaş bûn  

    

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".