Radyoya Swêdê

Hejmarên geşbîn bo aborîya Swêdê

Aborîya Swêdê di sê mehên dawî yên sala par gelekî baş bû. BNP, ango hatinîya neteweyî ya nesafî ya Swêdê bi 1,4 % di sêmehên çarem yên 2012 de mezin bû danberhev bi heman demê re sala berîya wê. Danberhev bi sê mehên sêyem yên 2012 re, li gor bîroya statistîkê ya navendî BNP nehatibû guherîn.

Yên analîzvan texmîn dikirin ku dê mezinbûn bi 1,1% be, bi 0.3 % kêmtir ji encamên diyar bûn. Hêza herî giring di van hejmarên geşbîn de, serifkarîya malbatan bû ya bû sedama 0,9 ji mezinbûna li gor asta salê. Krona swêdî bêhtir bi hêz bû piştî hejmarên BNP yên bihêz.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista