Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Aborîya hêza bergirîyê şîroveyeke germ e

Rexneyên tund yên wezîra bergirîyê, Karin Enström derbarê bê hêza bergirîyê çawa aborîya xwe hesab kirîye, nuha tuşî rexneyên opozisyonê dibe. Hêza bergirîyê roja pêncşemê bingehê buceya xwe bo 2014 ji hikûmetê re pêşkêş kir, û wan herweha nirxandinên xwe yên derbarê aborîyê di deh salên bê de teslîmkirin.

Li gor hêza bergirîyê ew bi pêwîstîya zêdekirina pereveqatinên dewletî ne bi dora 4,5 miljar kronî salan e bo kirîna materîyalan, daxwaza wan dibe dora 10 % ji pereveqetandina salane ye bo wan.

Eger pereveqetandina bo wan wek ya îroyî bimîne dê bi bandoreke mezin be li ser şiyana parastinê, ev li gor hişiyarîyên serokê serkantîya giştî, Jan Salestrand. Û ev yeka hişt ku wezîra bergirîyê Karin Enström li dij derkeve. Li gor wê ecebê ku dudilîya bi vî awayî ji alîyê daxwazkirina bo lêçûnan heye, di heman dema ku ew dibêjin ku ew ta nîv milyon kronî karin di warê organisekirina awayê karî bi hizra pere hilanînê, bikin.

Lê serokê komîsyona bergirîyê,  Peter Hultqvist yê sosyaldemokrat ji bawer e ji jimartinên hêza bergirîyê derbarê kêmbûna aborîyê û hikûmetê rexne dike ji ber karekî nake di vê pirsê de:

-Ez ji agahdarîyên hêza bergirîyê bibawerim. Li gor nerîna min sedem xistina vê yekê bin jêpirsînê de tune ye. Hultqvist dibêje ji ber em dê astengîyên aborî li pêş me de bibînin û ji ber wê jî divê em ser kar bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".