Radyoya Swêdê

Karê hember tawankarên çalak encam da ye

Kar û imkanê taybetî yê polîs hember wan kesên ku gelek caran tawanên bi cezeyên zindanê yên demkurt dikin, ya bi navê tawankarên bi vî awayê jiyanê, nuha encaman nîşan dide.

1300 rewşên biryarên dadgehkirinê karin bi dora 800 tawankarên di temamê welatî de bên girêdan, yên polîs lîsteyeke navên wan çê kirîye û wan bi hûrî dişopînin. Ralf Hedin, berpirsê vî warîy e di birêvebirîya polîs ya giştî de:

-Ralf Hedin ji beşê nûçeyên radyoya Swêdê, Ekot re dibêje yan em ji nişka ve rastî wan dibin û wê demê em wan radiwestînin û bi wan re diaxivin yan jî em ji ber sedemke taybetî li wan digerin. Em wan agahdarî dikin ku em zanin ew tawankarên çalakin û ji ber wê jî çavê me li wan e.

Ew piranîya caran zanin ku di vê lîsteyê de ne, lê di herêmna de pê agahdarî nebûne. Ev imkanê taybetî, wezîfeyeke ji hikûmetê li ser du salan û piştî saleke polîs kare eşkere bike bê çend ji van kesana xwe ji warê tawankarîyê vekişandîye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".