Wêne: Mattia Bolin/SR Göteborg

Jineke 45 salî li Göteborg bi guleyan hate kuştin

Jineke 45 salî li taxa Frölunda li Göteborg bi guleyan hate kuştin. Polîs mêrekî 50 salî bi gûmana kuştina jinê girtine. Polîsê herêma Göteborg radigihîne ku girtina wî bi aramî û bê şer pêk hat.

Li gor rojnameya Aftonbladet, jina 45 salî ji meha yekê de daxwaz kir ku qedexekirina peywendîyê bo vî mêrî bên danîn, lê daxwaza wê ji alîyê yê dozger ve nehat qebûl kirin. Kuştina jina 45 salî îro dora saet heftê sibehê bû û li gor ragihandinên polîs ew her li ciyê bûyerê mir.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".