Wezîra dadê bi karê dadgehan ne razîye

Wezîra dadê, Beatrice Ask ne razîye bi karê dadgehan, li gor wê ew li dû qayedeyên hikûmetê kar nakin. Reformên cezeyan yên di 2010 de dest pê kirin derbarê cezeyên tundtir bûn bo tawanên şidetê yên giran, lê Ask di rûpela şîroveyê ya rojnameya Dagens Nyheter de dinivîsîne ku ev reform tu guherîn nekirine ji ber ku dadgeh li gor qaydeyên hikûmetê kar nekirine.

     

Li gor dezgeha karê berlêgirtina tawanan cezeya bo heman tawanê îro ne dirêjtir e ji dema berîya reforman. Nuha dê hikûmet bihêle lêkolerek pêşnîyazekê amade bike ya cezeyên tuntir bo tawanên giran garantî bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".