Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Wêne: Magdalena Martinsson/Sveriges Radio

Swêd kare ji ber mercên jîngehê bête cezekirin

Komîsyona yekîtîya Ewrûpayê dixwaze Swêdê ceze bike ji ber du avahîyên endustrîyê, pelletsverk ya LKAB û Surahammars bruk, bê destûra jîngehî kar dikin.

Komîsyon bi nêt e vê dozê bigihîne dadgeha yekîtîyê bo wergirtina biryarekê cezeya pereyan ya bi zêdî 100 000 kronî ye rojane ta berdanên bermayî yên van endustrîyan bigihêjin asteke qebûlbar.

Ev derbarê cezeyên bi 22 milyon kronî ne bikêmanî û Swêd dibe welatê yekem yê ji ber vê sedemê ceze dibe. Dadgeh Swêd cezekir ji ber heman tawana yasayê sala par. Bersivdana hikûmetê wê demê ew bû ku dadgeha pirsên jîngehê li vê pirsê dinere.

Lê li gor Egon Abresparr, şefê yasayî li wezareta pirsên jîngehê ev bêhtir derbarê dema muamele û lênerîna pirsê ye û ne ku ev herdu endustrî mercên jîngehê pêk nanîne:

-Abrespass dibêje ku eger em van herdu kargehên mayî analîze bikin, wê demê li gor nerîna min ew mercên hene pêk anîne. Tenê ew e ku me karê herî dawî pêk neanîye û temam nekirîye. Tenê ew ma ye û bi xwe nebaş e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".