Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Emnîyeta li Arlanda bi kêmasîyên mezin e

Hat weşandin måndag 4 mars 2013 kl 11.15
Wêne: Pontus Lundahl/Scanpix.

Asayiş û emnîyeta li balefirgeha Arlanda bi kêmasîyên mezin e. Nuha hişîyarîyên nû ji Securitas bi xwe tên, ya bi karê çavdêrîyê li Arlanda yê radibe. Sedemên van astengîyan mercên perehilanînê yên nû ne ji şirketê.

Hîna berîya salekê karmend di çapemenîyan de behsa mercên perehilanînê dikirin ber bi dema gotûbêjên wê demê de. Nerazîbûna vê carê derbarê guherînên şema û cedwelên karkirinê yên bê ne.

Şirket dixwaze bêhtir karmend li ser karî bin di demên karê pir de berîya nîvroyan û piştî nîvro dema dext zêde be li beşê kontolan li Arlanda yê. Ev yeka tê bi wateya demên karî yên pirtir û kurtir, lê hem jî demên karî yên ta 13 saetî dirêjin.

Karmend ji rojnmaeya Dagens Nyheter re dibêjin ku astengî derbarê awayê pêk anîna yasaya gotûbêja giştî ye. Peymana ku bi şirketa Swedavia re hate girêdan ya berpisyara balefirxaneya Arlanda yê ye, li gor mercên karmendan ne baş û têr e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".