Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Wêne: Amy Sancetta/Scanpix

Xewdanên telefonên jîr dê heqê temaşekirina telefizyonê bidin

Çendîn kesên telefonên jîr, smart phones, bikartînin ji nuha ve mecbûr dibin heq ango pereyên taybetî yên bo bikaranîna radio û telefizyonê ya bi 2 076 kronî salane ye, bidin.

Di dawîya heftîya derbasbûyî de, şirketa xizmeta radiyoyê dest bi rotînên nû kir bo ku bêhtir kes heqê temaşekirina telefizyonê bidin. Li gor yasayan, hemû kesên ku cîhazek bo temaşekirina telefizyonê heye mecbûrin heqê wergirê radyo û telefizyonê bidin.

Ta heftîya derbasbûyî şirketa xizmeta radyoyê li Kiruna yê ev yasa bi comerdî bikar dianî û ji kesekî nedipirsî eger li telefizyonê bi rêya telefonên jîr temaşe dikin yan na.

Di karê jêpirsîna ku bi rêya telefonê bi berdewamî dibe û ya nuha dê ji 350 000 kesên ku heqê xwe nadin bibe, dê bên pirsîn eger cîhazekî din ji bilî telefizyonê bo temaşekirinê heye yan na. Û bo wan kesên pirsa derbarê cîhazên din fêhmn nekin dê agahdarîyê yekser werbirgirin bê wekî nimûne çi cîhaz kare bo temaşekirinê bên bikaranîn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".