Wêne: Radyoya Swêdê

Jinên genc bêhtir bi kemeran tên asê kirin

Jinên genc yên bi nexweşîyên derûnî û yên lênerîna mecbûrî di warê psîkyatrîyê de werdigirin bêhtir li ser textê bi kemer tên asê kirin danberhev bi grûpên nexweşan yên din re.

Hejmarên nû ji dezgeha pirsên civakî yên bernmaeya Agenda ya telefizyona Swêdê lê nerîye, diyar dike ku di salên dawî de hejmara asêkirinên van jinên genc bi kemerê di warê lênerîna psîkyatrîyê de zêde pir bûye, berîya hertiştî di nav nexweşên jin yên di navbera 25-34 salîyê de. Dora nîva hejmara nexweşên li ser textê bikemer hatine asê kirin, jinên genc bûn.

Lê herçend ku piranîya alîyên beşdar vê yekê şaş dibînin her bo warê lênerînê bizehmet e awayekî din bo lênerîna jinan bikabîne. Linda ya bi heftîyan bi kemran hatibû asê kirin dibêje her wekî işkencekirina derûnî ye:

-Ez heyamna rojane asêkirî bûm, bi heftîyan.  Karîbû temamê rojê be. Her wekî işkencekirina derûnî bû. Linda dibêje ev awayê lênerîna tis û taswasa ba min û astengîya xweêşandina min bêhtir kir.

  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".