Wêne: Scanpix. Montage: Sveriges Radio.

Dê li biryarên peryên nexweşîyê bên nerîn

Qebûlkirina guherîna biryarên bo tezmînatên cuda yên nexweşîyê ji kaseya sîgorteyê, Försäkringskassan di dadgehan de, bi gelekî hêsantir e eger mirov li Luleå bijî danberhev bi Stockholmê re.

Rojnameya Dagens nyheter îro dinivîsîn e ku ev cudabûna wisa mezin di gelek deverên welatî de dihêle ku dezgeha çavdêrîya sîgorteyên civakî ya ewleyîya yasayî li dadgeha birêvebirîyê û dadgeha îdarî ya istînafê çavdêrî dike, nearam dike.

Li gor dezgeha dadgehan, di hinirê 2012 de her serê çar biryaran yek li Luleå hate îtîraz kirin, lê tenê her deh biryaran yek li Stockholmê hate îtraz kirin.

    

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".