Dezgeha çavdêrîya dibistanan

Karê çavdêrîkirina aborîya dibistanan zehmet e

Xwedanekî dibistanên serbixwe yê xewdanê temê komşirketekê ye, yek ji dibistanên xwe yê lîseyê ango gymnasium, bê pêşagadarîkirinê xistîye iflasê de. Wî berîya nuha qezencên bi milyonan ji dibistanên din di komşirketa xwe de feyde kirîye, lê di şûna pereyên komşirketê bo xilaskirina vê dibistanê bikarbîne hiştîye ku ew li iflasê keve.

Ev yeka tenê bi nîv salekê berya ku şagird lîseya xwe temam bikin. Nuha şagirdên vê gymnasiumê mecbûrin dibistanê biguherin, her nîvsala dawî ya xwendinê berîya temamkirina perwerdeyê. Yek ji wan Pedram Pirouzfar e yê sala dawî ya gymnasiumê dixwîne:

-Pedram Pirouzfar ji vî karî ecêbmayî ye û dibêje karekî nexweşik e ji yê xwedanê dibistanê ku bi vî awayî bike bêyî ku mamosteyan û mûdîrê dibistanê pê agahdarî bike.

Û li gor xwedanê dibistanê, Jan Walther ev iflaskirin ji ber wê tê dema 20 şagird bi yek carê berya salekê dest ji dibistanê berdan, ev yeka jî hiştîye ku ji pereyên dibistanê bên kêmkirin.

Ev iflaskirin mumkin bû ji ber Walther her dibistanek wekî şirketeke serbixwe qeydkir. Bi vî awayî yê xwedan hewce nake pereyên komşirketê bo xisarên her dibistanekê bikarbîne. Awayek ku ji alîyê dezgeha dibistanan ve hatîye qebûlkirin herçend ku şagird dikevin metirsîya ku bê xwendin û dibistan bimînin eger rewşa dibistanê xirab bibe.

-Li gor Bertil Karlhager ji çavdêrîya dibistanan, di halê hazir de wan derfetên çavdêrîkirina aborîya dibistanan ya berdewam tune ye, ji ber ew bi xwe karekî mezin û berfire ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".