Wêne: Scanpix. Montage: Sveriges Radio.

Firotina torteyên Ikea li Çînê tên rawestandin

Dezgehên çînî yên lênerîna tenduristîyê dest danîne ser 1,87 ton çoklad ku şirketa mezin ya swêdî Ikea li Çînê ji Swêdê derbas kirîye. Li gor rojnameya Shangahi Daily, di çoklada hatîye xirabkirin de astên bilind ji baktêrîyayên pîsayîyê, ango yê gû peyda bûne.

Lê gor Ikea bi xwe derbarê 1800 torteyên wan e yên baktêryayên din di wan de peyda bûne. Ev çoklad yek ji 247 berhemên cuda bûn ji kargehên cuda ku di heman carê de hatin rawestandin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".