Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Peywendîyên Islam û Ewrûpayê tên şîrovekirin

Hat weşandin tisdag 5 mars 2013 kl 14.24

Peywendîyên di navbera islam û Ewrûpayê de pirsa serekî ye dema wezîrê karûbarê derve yê Swêdê, Carl Bildt û serokwezîrê Swêdê, Fredrik Reinfeldt bi serkreterê giştî yê organisation for islamic cooperation, Ekmeleddin Ihsanoglu re rûdinên, yê nuha seredana Swêdê dike.

Mebesta sereke bi vê civînê pêşvebirina peywendîyên bi Swêdê re ye.

Piştî reaksyonên tund û bişedet li Misr û Lîbyayê di payîza derbasbûyî de yên filmê ku tê de pêxember Muhammed bi jinhez û bi pedofîl ango zarokbaz hate wesifdan, Ihsanoglou li gel şefakarûbarê derve ya yekîtîya Ewrûpayê, Catherine Ashton daxuyanîyek dan û ev şidet şermezarkirin.

Lê herweha di heman demê de jî azadîya derbirîna bîrûbawerîyêdaxwaz kirin ku rêzê bo pêxember bigirin.

Ev helwesta Ihsanoglu hem îro ye jî di cîvînê de. Ew ji rojnameya Dagens Nyheter re dibêje ku ”Mafê kesekî tune ye ku azadîya derbirîna bîrûbawerîyan bo binpêkirina kesekî din bikarbîne”.  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".