Wêne: Scanpix

Hikûmat zehmetîyan ji zarokên penaber re derdixe

Peymana Dublînê
5:44 min

Parezgerê Dadgeha Evrupayê Pedro Cruz Villalón pêşnîyazek daye ji ku qaîdeyên peymana Dublînê ji bo zarokên bi tenê yên penaber neyên li cîh anîn. Lê bele Swêd li piş vê peymanê disekine û dixaze qaîde neyên guherandin.

Mikaela Hagan ji rêxistina dilxaz Rädda barne- Xilaskirina zarokan Swêd ji bo vê biryara wan rexne dike.   

– Demeke dirêj e me dixast ku eva qaîdeya were guherandin, ji ber ku eva ji zarokan re gelek xeter e, zarok zirareke mezin digrin. Em naha hêvîdarin ku dadgehê wê wek pêşnîyaza avokatê giştî qerar bide. Ji bo zrokan wê baştir be.

Ev peymana tê wê menê, gere îltîcaya her penaberî li ew welatê Evrupayê yekemîn ku penaber  hatîyeyê de were ceribandin.  Heger ku dadgeh wek advokatê giştî qerar bide ew dem zarokên îstîsnayê peymana Dablînê bin û herwaha îltîca wan jî wê bikaribe li wî welatê ku ew naha lêne were mêze kirin.

Iro roj gelek zarokên ku dixazin îltîca wan li Swêd were mêzekirin, li ber talûkeya ji para ve şandina welatên wek Italyayê, yan jî Yunanîtanê ne. Wek tê zanîn, li gor gelek roporan penaber bi awayekî ne durust li van welatan tên miamele kirin. Mikaela Hagan tesîra vê peymanê li ser zarokan awha tîne ziman.

– Zarokên ku em dibînin û doza wan ya peymana Dablînê ye di wezîyeteke gelek xeter da ne. Heya hatina vir ew di binê gelek derd û kulan re derbas bûne, zef tiştên ne baş di serê wan re derbas bûne û ew di cîyên girtî de mane. Ji ber wî jî ev zarokana dema tên vir di wezîyeteke pir zor û zehmet da ne. Ija li ber fikra ku ewê car din ji para ve werîn şandin welatekî din jî, yek car dikevin binê nexweşîyê psîkkolojîk û wazîyeteke xeter. Ji ber wî jî ya herî baş ji zarokan re ku doza wan li welatên ew naha lê ne were ceribandin.

Di payîza sala par radiyoya Swêd ekot behsa Alî, zarokekî 15 salî kiribû. Alî ji Afganîstanê hatibû Swêd lê belê ji ber ku di serî de hatibû Italyayê Swêd jî dixast wî bişîne wir. Ji ber wî Alî gelek nexweş ket û ket nexweşxana psikolojîk ya ji bo cîwanan, li Malmö yê. Di vir de Alî carkî devê xwe dirutibû û xastibû xwe bikuje. Li gor avokatê Alî ew bi awayekî zor li Italyayê hatibu tacîzkirin jî. Ji ber van sedemana gelek zarok naxazin ji para ve herin welatên wek Italya yê û di dewsê de xwe vedişêrin.

– Gere siheta zarokan, ya herî gring be û li gor vê ramanê werin miamele kirin, di nava welatan de pêş û paş ve neyên şandin. Tesîra vê peymanê dike ku zarok xwe vedsişêrin. Bê guman ev jî ji bo wan gelek xeter e. Ew dem kes nizan e zarok di çi rewşê da nê û çi tê serê wan.

Sala par di derbarê doza 3000 zarokên bi tenê de qerar hat dayîn û ji van 328 doz ya peymana Dablîn ê bû. Ev jî tê wê menê ku doza wan li Swêd nayê mêzekirin û di dewsê de ewê bên şandin welatên di Evrupayê de yekem ew hatinê.  

Doza di dadgeha Evrupayê de di derbarê sê zarokên li Brîtanyayê ne ku wê li gor peymana Dablîne ji para va bihatana şandinê Hollandayê û Italyayê.

Di vî warî de hikûmata Swêd, alîgirîya Birîtanyayê dike û herwaha namek jî ji dadgehê re şandîye ji bo ku qaîdeyên halîhazir bikaribin berdewam bikin.

Ev biryara Swêd ji alîyê gelek rêxistinê dilxaz ve tên rexne kirin. Mikaela Hagan dibê mixabin eva biryareke ne însanî ye lê sîyasî ye.

– Hikûmat difikire heger ku hemu kes bikaribin li vir îltîca bikin, ew dem dikare barekî mezin bikeve ser milên hinek welatên wek me, hinek jî qet mesulîyeta xwe negirin. Lê belê eva fikrekî sîyasî ye. Gere heqê zarokan li dervayî van hesaban werin girtin, dibêje Mikaela hagan.

Naha guhê hemûyan li dadgeha Evrupayê ye. Ji ber ku qerara dadgehê ji bo hemu welatên Evrupayê mecburi ye û heger ku dadgeh wek advokat qerar bide, doza hemû zarokên kû hevîya ji derva kirinê sekinîne, wê bikaribê li Swêd were mêze kirin. Iro roj jî hinek zarok dikarin îstîsnayê peymana Dablînê bibin, lê belê ev tenê ji bo zarokên ku ketine wezîyeteke pir ne baş. Yanê ji bo vî gelek tişt tên xastin û ji ber wî ji ne gelek kes feyde digirin, dibêje Mikaelahagman ji rêxistina Rädda barnen- Parazgeha mafê zarokan.

Ercan Aras

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".