Foto Bertil Ericson / Scanpix

Rewşa bazara kar ji texmînan ronaktir e

Li gor Daîreya Karî ya Giştî (Arbetsförmedlingen) rewşa bazara kar ji texmînan ronaktir xuya dike. Di dawiya sala par de Daîreya Karî di pêşbînîyên xwe de reşbîn bû û bawer dikir ku di nav îsal û sala bê de 40 000 kar nemînin. Lê niha tê texmînkirin ku cîyên kar kêm nebin, heta berovajî ew dikarin zêde bibin. Şefê pêşbînîyan yê Daîreya Karî Tord Strannefors dibêje pêla jikaravêtinê sekinî ye.

Strannefors dibêje:

- Bi qasî ku tê dîtin ew pêl gihaye zîrweyê, xetera mezin ya li ser karkerên berdewam derbas bû. Ango endîşeya me ya li ser kar dê rûnede û mecal heye ku di payîza îsal de bêhtir kar bên peydakirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".