Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Carl Bildt:

”Chavez serokekî bihêz lê populîst bû”

Hat weşandin onsdag 6 mars 2013 kl 10.58
Chavezê sosyalîst 14 salan serokatiya Venezuela kir. Foto: Scanpix.

Serokkomarê Venezuela Hugo Chavez şevê din nexweşiya kanserê mir. Li ser mirina Chavez wezîrê derve yê Swêdê Carl Bidlt got ew serokekî karîzmatîk bû lê sîyaseta wî ya populîst welatê wî xistiye nav pirsgirêkên aborî.

Carl Bildt ji bo Chavez dibêje:

-          Ew serokekî bihêz, karîzmatîk û bigengeş bû. Sîyaseta wî ya populîst welatê wî xiste rewşeke dijwar de û heta ku cardin Venezuela xwe li hev bicivîne wext dê derbas bibe.

Hugo Chavez 58 salî bû û ev du sal bûn ku ew nexweşê kanserê bû. Chavezê sosyalîst ji 1999ê ve Venezuela bi rê ve dibir.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".