Zerfên zer li xwediyên xwe digerin. Foto: Pensionsmyndigheten / Handout

300 000 teqawîd heqê xwe nastînin

Kesên ku li Swêdê teqawîd bûne, lê paşê bê ku adresekê nîşan bidin ji Swêd barkirine heqê teqawîdiyê nastînin û hejmara wan bilind e.

Daîreya Giştî ya Teqawîdiyê radigihîne ku derdorê 300 000 kesê mafê wan yê standina pereyên teqawîdiyê heye ji ber ku adresa wan nayê zanîn tiştek ji wan re naçe.

Meblexa teqawîdiya ku bi vî awayî di hesabê dewletê de dimîne tam nayê zanîn, lê ew bi sedmiyonan e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".