Xapandina bazirganiya ser înternetê zêde bûye

Kirîn û firotina ser înternetê par gelekî zêde bû, lê gelek kes ji aliyê bazirganên sixtekar ve hatine xapandin. Di nava du salan de hejmara giliyên xapandinê duqat bûye. Par 2 000 gilî li cem dezgeha Konsumet Ewrûpa hate kirin. Ev dezgeh li gazinên şîkayetên ji welatên derve dinêre.

Erik Mattsson li Konsument Europa şêwirmendê hiqûqî ye:

-         Di 2012ê de gelek kesan gilî dikirin ku ew bûne aboneyê tiştekî û hew karin wê betal bikin.

Li se pirsa bê bi çi awayî mirov bûye mişterî Mattsson dibêje: Bi taybetî bi rêya medya civakî wekî facebookê. Gelek kes jî bê ku şert û mercan baş bixwînin teklîfan dipejirînin.

Yek ji wan kesên ku xwe xapandî dibîne Zohreh Molavi ye ku ji fioşgeheke ser înternetê çenteyek kiriye. Jê wêbû firoşgeh li Swêd e, lê piştî çend rojan pakêtek ji welatekî Asya jê re hat. Molavi dibêje:

-         Min çanteyek marka kirî, lê kopyayeke xerab ji min re hat ku qîmetê wî nehêjaye 100 kronî jî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".