Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Mesrefa penaberan dê ji pereyên xêrxwaziyê biçin

Hat weşandin onsdag 6 mars 2013 kl 13.29
Wezîra Alîkariyê Gunilla Carlsson. Foto: Henrik Montgomery/Scanpix.

Wezîra alîkariyê Gunilla Carlsson teyîd dike ku ew ê pereyên ku diviyabû ji welatên xizan re biçin li penaberên ku têne Swêd xerc bikin.

Gunilla Carlsson radigihîne ku ji ber hejmara zêde ya penaberên ji Sûrî têne Swêdê rewş dijwar bûye û lewre divê ew pereyên ku ji bo alîkariyê hatibûn veqetandin bikar bînin.

Lê ev daxwaza hikûmetê ji aliyê Partiya Jîngehê (Miljöpartiet) ve tê rexnekirin. Ew dibêjin hikûmetê dev ji armanca xwe yên alîkariyê berdaye ku li gor wê gerek %1ê Hatiniya Netewî ya Nesafî biçe ji xêrxwaziyê re.

Miljöpartiet di mesela koçberiyê de hevkariyê bi hikûmeta rastgir re dike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".