Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Sirwan Dabagh ji komeleya projeyên kurdî

”Dareke bîranînê bê nîşan ne dareke bîranînê ye”

Hat weşandin onsdag 6 mars 2013 kl 13.15
Sirwan Dabagh, ji komeleya projeyên kurdî.
6:06 min
Logoya projeyê

Dê îro piştî nîvro birêvebirîya şaredarîya Lund biryarê werbigire eger dara bîranînê ya bo qurbanên Helebce û li dij bikaranîna çekên kîmyayî ye bi tabloyekê bên nîşankirin yan na.

Sirwan Dabagh, yek ji damezrênerên komeleya projeyên kurdî ji Zayele re dibêje ”dareke bîranînê ya nenîşankirî ne dareke bîranînê ye.

Sirwan Dabagh, xwendevan li zanîngeha Lund li gel sê hevêlên xwe komeleya bi navê Kurdiska projekt, ango komleya projeyên kurdî saz kirine. Wan di demke dirêj de kar kirine da ku dareke bîranînê bo qurbanên kîmyabarana hember miletê sîvîl yên Helebce yê û li dij bikaranîna çekêm kîmyayî bi giştî di parka bi navê Folkparken de li Lund biçînin.

Wan bo piştgîrîya vê armancê nêzîka 1000 imzeyên navan komkirine û herweha piştgîrîya aborî jî bo çandina vê dara bîranînê wergirtine.

Danîna nîşaneke nîvîskî ango tabloyeke agahdarîyê bo dara bîranînê ji alîyê desteya teknîkî ve li Lund nehate qebûlkirin, li gor desteyê dê ev yeka li gor prînsîpa wekhevîyê rê li ber her kesê bixwaze dareke bîranînê ya nîşankirî biçînin veke. Lê Sirwan Dabagh vê nerîn û argumentê şaş dibîne.

Îro piştî nîvro dê komeleya projeyên kurdî ji alîyê birêvebirîya şaredarîya Lund ve bên agahdarkirin eger dara bînanînê ya ew dixwazin biçînin dê bên nîşankirin yan na.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".