Wêne: Stefan Kalm

Swîsre dixaze teyarên SAS Gripen bikire lê bê pere

Sas affären
2:27 min

Kirîna 22 teyarên Jas Gripen di meclîsa Swîsrê re de hat biryar kirin. Lê li li ser fînanse kirina wê di aliyê din de meclîs nikaribû li hevdû bikira. Ji ber wî jî naha ev dayînûstandina ketîye talûkê. Mijar wê di meha hazîranê de car din ji alîyê meclîsa netewî ve were deng dan.

Wezîrê paraztinê yê Swîsrê Ueli Maurer li hemberê vê biryarê şaş bûna xwe anî ziman

– Eva biryara ji min re wek niskegavîkî hat û tê wê menê ku eva projeya naha hatîye sekinandin. Em hela mêze bikin wê di pêşeroje de çawa bibe, lê proje dikare ketibe talukê, dibêje Ueli Murer, wezîrê paztinê yê Swîsrê.  

Ueli Maurer dibêje ev bersiva mesclîsê jê ra wek şokekînehatîye, lê belê dîsa jî wek xebereke njîşkegavîyeke mezin hatîye.

Li gor wî eva dayîn û standina wê hetanê meha hazîranê were sekinandin. Ew demê meclîsa netewî wê di derbarê vê mijarê de car din hibijartinê bike. 

 Eva ticareta ji bilî şîrketa Saabê, ji bo hikûmata Swêd jî gelek grîng e. Lê li Swîsrê ev dayîn û standina buye sedemê minaqeşê mezin.

Ji bo kirîna teyaran Gripen-Super Jas gere Swîs 21 mîlyar kronî bide. Le belê hem di nava endamên parlamentoyê de hem ji di nava gel de dûdilî ji bo kirîna teyaran heye.    

Li gor min eva dayînûstandineke be mene ye, tu feydeyeke wê nine, dibêje Dusanka Mirkovic ku li bajarê Bernê rudinê.   

– Jag tycker det är meningslöst, pengar till ingen nytta, säger Dusanka Mirkovic som bor i Bern.

Heger ku meclîsa Swîsrê vê dayînûstandina qebul neke, ji bo hikûmata Swêd ji tê mehneya biserneketinekî. Ji ber ku kirîna Swêd ya Super-Jas grêdayê kirîna Swîsrê ye. Serokwezîr Fredrik Reinfeldt awha dibêje.

– Me gotibû ku ji bona ku em 60 teyarî bistînin gere hevalek bi me ra hebe. Le belê ez hin jî naxazim gotina dawîyê di naha de bibêjim ji ber ku meclîsa Swîsrê hê gotina dawîyê negotîye, dibêje Serok wezîr Fredrik Reinfekdt.

Analîstê paraztinê Johan Tunberger  dibêje ew bawer dike ku heger Swîsre teyaran nestîne jî hikûmata Swêd wê bistîne û li gor wî eva wê bibe danûstandine gelek baha û ne baş. Li gor Tunberg gere ev perana ji bo mesrefên paraztinê din were xerc kirin.      

Du hev heremên Meclîsa Swîsrê hene. Ya ku îro hilbijartin çê kir, ji dû hev senatorên ku ji cuda heremên Swîsrê tên, pêk tê. Di meha Hazîraê de ia dora herema netewî ye ku hilbijartinê çê bike.

Wezîrê paraztinê Maurer dibêje şans ji sedî 50-50 ye.

– Ez di naha de nikarim tiştekî bibêjim. Meclîsa netewî dikare evê qerarê biguhere, yan jî eynî qerarê bide, emê mêze bikin hela wê çawa be.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".