Wêne: AP Photo/Kyodo News/Scanpix

Reaktorê atomê yên Swêd çiqas ewle ne

Kärnkraft
2:05 min

Rîskê reaktorên atomê yên Swêd çawa ne? Bi rastî kesek vana nizane, ji ber ku daireya parastinê ya atomê – strålskydsmyndigheten agahî di derbarê riskên van reaktoran dizî kirîyê û herwa jî gel nikare ji van agahîyan feyde bigire. Rêxistina jingehê Greenpeace ji bo vê qerarê îtîraz kiribû û naha dadgehê qerara eşkirekirina van agahîyan kiriye.

Lê şefê hiquqzan li daireyê dibê dizîkirina van agahîyan ji bo ewleyîyê baştir e.    

– Naha ewleyî hatîye zêdekirin, bi taybetî jî li du buyerên 11îlonê 2001, dibêje şefê hiquqzan, di daireya Ewleyiya paraztina trêjan, strålskydsmyndigheten.

Ew dibê meriva nikaribû di derbarê ewleyîyê de rapor bidana derva ji ber ku gelek detayê teknîkî tê de hebû.  

– Hinek ne yar û terorîst dikarin bi alîkarîya zanyarîya rast van agahîyan bi kar bîne û di du re kêmasîyên reaktorê ji bo karê ne baş bi kar bîne.  

Rexistina Greenpeace qerara daireya paraztina trêjan îtîraz kiribû û naha jî dadgeha kammar rätten qerar daye ku gere daîre hemo raporê wek weşartî neke û hinek agahdarîyan bi gel re jî pare veke. Li gor vê qerarê naha daîre jî wê biryareken û bide, dibêje Ulf Yngvesson.

Lê rêxistina Greempeace ji vê qerara dadgehê ne razî ye û ew dibêjin dadgeh nabêje ku gere rapora derbarê ewlwyîya reaktoran de vekirî be û hemû agahdarî ji gel re amade be. Ji ber wî jî naha Greenpeace car din îtiraza vê qerarê dike.  

Rolf Lindahl ku di nava rêxistina Greenpeace de di derbarê trêjên radioaktîv de pispor e dibêje ev gotina daireyê di derbarê terorîmê de ne li rê ye. Armanca daireyê tiştekî din e, ew bi tenê dixazin agahdarîyan ji gel veşêrin.

– Armanca daireyê tiştekî din e, ew bi tenê dixazin agahdarîyan ji gel veşêrin. Li gor min heqê gel û agahdarîyan heye û gere rîskên kû di nav van reaktoran de heye ji alîyê gel ve were zanîn, dibêje Rolf Lindahl ku di nava rêxistina Greenpeace de di derbarê trêjên radioaktîv. .

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".