Roketa Carl Gustaf di şerê Sûrî de tê bikar anîn. Foto: Fredrik Persson/Scanpix

Di destê şervanên Sûrî de roketên swêdî hene

Fîlmekî vîdyo ku li Sûrî hatiye kişandin nîşan dide ku di destê şervanên muxalefeta Sûrî de roketên swêdî yên bi navê Carl Gustaf hene.

Rêxistina li dijî çekan Svenska Freds rexnegire ku careke din sîlehên swêdî di şer de tên bikaranîn û dixwazin Swêd xwedî li berpirsiyariya xwe derkeve.

Di dawiya sala par de jî derketibû holê ku herçend ambargoya YE ya çekan li ser Burma heye jî artêşa Burma di pevçûnan de roketên swêdî bi kar aniye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".