Vattenfall

Bi milyaran qezenc dike, lê diberde karkeran

Bi giştî 2 500 karkerên Vattenfall dê di nava du salan de ji kar bêne avêtin, ji ber ku şîrket divê 4,5 milyar kron teserifê bike. Vê agahiyê Vattenfall bi daxuyaniyeke çapemeniyê eşkere dike.

Li gor daxuyaniyê ji van karkeran 400 li Swêd in, yên din li Almanya û Hollanda ne.

Herçend qezenca Vattenfall bi mîlyaran krone jî, qezenc ne li gorî dilê xwedî, ango dewleta Swêdê ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".