Civak bikêrî berpirsiyariya zarokan nayê

Zarok û ciwanên ku lênerîna wan dewrî civakê hatine kirin, li mal û stargehan hatine bicîkirin ji kesên din pir zêdetir tûşî nexweşiyan tên. Vê hişyariyê îro Rêvebiriya Giştî ya Civakî (Socialstyrelsen) dike. Li gor ragihandinê zarokên aîdê civakê ji yên din qat bi qat zêdetir reftarên xweêşandinê ne û wek mînak ew bêhtir heb û dermanan bikar tînin.

Lars- Erik Holm birêvebirê giştî yê Socialstyrelsen e:

- Bi min encam endîşedêr e. Em behsa zarokên berxeter ku gelek caran tûşî bêbextiyan bûne dikin. Dê û bavên wan nikarîne dêûbavîtiyê ji wan re bikin, civakê barê wan girtiye ser xwe lê ew jî bikêrî lênerîna wan nayê.

Lars Erik Holm bi berdewamî dibêje:

- Talûkeyeke pir mezin heye ku berya ev zarok mezin bibin derbe li şexsiyeta wan bikeve û ev bextreşiyeke giran e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".